VAN
Sadullah Kyê ku li gundê Derebeya Wanê dijî, li ser zeviya xwe rastî S.Gyê ku ji berê ve di navbera wan de ji ber giya neyarî hebû, hat.
Li gorî îdiayan, piştî nîqaşa di navbera wan de derket, S.G. bi tebanceya xwe pêşiyê gule berdan ser Sadullah K, paşê jî gule berdan ser merivên wî yên ku dengê tebanceyê bihîstin û hatin cihê bûyerê.
Sadullah Kyê ku giran birîndar bû, rakirin Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê, lê digel hemû mudexeleyan nehat xelaskirin.
A.K, S.K, B.K û A.Kyê ku di şer de birîndar bûn jî, rakirin Navenda Tipê ya Dursun Odabaşiyê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê.
Hat zanîn ku cedirmeyan bersûc S.G. û merivê wî R.G. binçav kirin. Piştî bûyerê, li gund û li derdorê nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê hatin girtin.