SÎÎRT
Li Sêrtê midaxeleyî koma ku bi hinceta bûyerên li Cizîrê xwepêşandana bêdestûr li dar xist, kirin.
Komên ku li taxên Ûlûs, Dûmlûpinar, Conkbayir û Barişê bi hinceta bûyerên li Cizîrê kom bûn, bi konteynerên çopê bergirî danîn, agir dadan û xwestin ku rêyê ji hatûçûyê re bigirin.
Hin xwepêşandêran jî bi molotof û keviran êrîşî lojmanên polêsan kirin.
Hêzên ewlehiyê bi gaza îsotê û ava bi tazyîk midaxeleyî koman kir û kom belavî kolanên nav bajêr bûn.
2 kesên tê îdiakirin ku ji gaza îsotê aciz bûn, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê.
Di bûyeran de hin dîregên MOBESEyê jî zirar dîtin.