Li Stenbolê di operasyona hevdem a ku hêzên ewlehiyê li 6 navçeyan birin ser PKKya rêxistina terorê de 13 kes hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li dijiî Terorê ya Stenbolê Pendîk wek navend li Kartal, Sancaktepe, Sûltanbeylî, Ataşehîr û Bagcilarê operasyona hevdem birin ser 23 navnîşanan.
Di operasyonê de ji 22 gumanbarên ku der heqê wan de biryara derdestkirinê hebû 13 kes hatin binçavkirin.
Di lêgerîna ku li navnîşanan hat kirin de tivinga nêçîrê ya otomotîk, tebanceya hişkeber, gelek gule, cixareyên qaçax, amûrên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin girtin.