Selami Küçükoğlu
2026 ж. 05 сәуір•Rojanekirin: 2026 ж. 05 сәуір
ÎSTANBUL (AA) - Li Stenbolê mija ku bi şev dest pê kir, serê sibê zêde bû.
Mij bi taybetî li deverên bilind, li dora Tengava Stenbolê, li ser Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê û Pireya Fatîh Sultan Mehmet zêde bû.
Ji ber mijê mesafeya dîtinê hema hema li hemû aliyên Ewropa û Anadoluyê pir kêm bû.
Li Sultangazî, Arnavutkoy, Buyukçekmece, Eyupsultan, Beşîktaş, Sariyer, Umraniye, Uskudar, Beykoz û Çekmekoyê qatên jorîn ên avahiyên bilind di nav mijê man û nehatin dîtin.
Li ser rêya Balafirgeha Stenbolê şofêran ji ber mijê carna lembeyên wesayîtên xwe yên hişyariyê vekirin û bi baldarî çûn.
Avahiyên dîrokî û pireyên li ser Tengavê jî di nav mijê da man.