ANKARA
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hat diyarkirin ku komek endamên rêxistina cihêxwaz bi tivingan êrîşî herêma baregeha Akdîzginê ya Fermandariya Lîwaya Piyadeyên bi Motor a 6an kir.
Di êrîşê de leşkerek birîndar ket û sewgî nexweşxaneyê kirin. Leşkerê birîndar li Nexweşxaneya Leşkerî yaŞirnexê cangorî bû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ji ber vê êrîşa menfûr em gelekî ber xwe ketin. Rihma Xwedê li cangoriyê me yê qehraman be, serê malbat û eqrebeyên leşkerê cangorî, endamên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê û gelm me sax be."
Wek mayîn li ser rêya Îdir û Bazîdê di navbera hêzên ewlekariyê û endamên rêxistina terorê de pevçûn derket.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, destê sibê hêzên ewlekariyê xeber hildan ku terorîst hatine kîlometreya 25an a rêya Îdir-Bazîdê, li ser vê li tanga Erhanciya gundê Îdirê û Karabulaka gundê Bazîdê rê birîn.
Li herêmê pevçûn hê dewam dike, li ser rêya ku hat girtin wesayît rêz bûne.