BITLÎS
Li ser biryara rêvebiriya Şaredariya Tetwanê, li ser avahiya Şaredariya Navçeyê ya Tetwanê bi tirkî û kurdî tabelaya Şaredariya Tetwanê hat daliqandin.
Di tabelayê da bi tirkî "Tatvan Belediyesi" dinivîse û bi kurdî jî "Şaredariya Tetwan"ê dinivîse.
Serokê Şaredariya Tetwanê Fettah Aksoy der heqê mijarê da daxuyanî da û wiha got: "Berê kesî nikaribû li hin deran bi kurdî biaxive, lê îro li ser avahiya şaredariyê tabelaya bi kurdî heye. Piştî xebatên hikûmeta me astengiyên li ber kurdî radibin û em kurdî di hemû qadan da diemilînin. Salên berê kurdî qedexe bû û em di nav hev da bi dizî diaxivîn. Îro astengî rabûne êm di hemû qadan da zimanê xwe yê dayikê diemilînin. Îro dewlet bi destê kanalên neteweyî ku bi kurdî weşanê dikin vedike, di zanîngehan da beşên kurdî vedibin. Bi kurdî propagandaya siyasî tê kirin. Li dadgehan bi kurdî parastin tê kirin. Navên berê tên îadekirin. Ev hemû destkeftin in. Yên ku rê li ber tiştên wiha vedikin û bi taybetî jî hikûmet û kadroyên wê, em sipasiya wan dikin."
Aksoy diyar kir ku di şaredariyê da tabelayên odeyan jî bi kurdî ne û wê xebatên xwe yên ji bo kurdî dewam bikin û wiha axivî: "Em di peyamên xwe yên pîrozbahiyê da jî kurdî bi kar tînin. Me tabelaya avahiya xizmetê jî bi du zimanan dalqand. Bira li Tetwan û li welatiyên me pîroz be."