ŞANLIURFA
Li navçeya Siweregê 4 makîneyên kar hatin şewitandin.
Li taxa Beydeşê 4 makîneyên kar ên fîrmayekî bidestê kesên nediyar hatin şewitandin.
Di şewata ku bi destê ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya Siweregê hatin vemirandin de 4 makîneyên kar bûn bêkêr.
Hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna hêzên ewlekariyê ya der heqê şewitandinê de N.G. û C.G. hatin binçavkirin.
Lêpirsîna der barê bûyerê didome.