Fırat Taşdemir
24 Hezîran 2022•Rojanekirin: 25 Hezîran 2022
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand, ji 2 terorîstên ku li Çiyayê Herekolê yê Berwariya navçeya Sêrtê hatin berterefkirin, yek jê bi kodnavê Arînê Şukran Alp e û di Lîsteya Kesên ji ber Terorê li wan digerin da di "kategoriya gewr" da ye.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, di çarçoveya Operasyona Eren-Ablûqe-17yê da ku cendirme û ÎHAyên ewlehiyê û Hêzên Ezmanî bi hev ra dimeşînin, li herêma Çiyayê Herekolê 2 terorîst hatin tesbîtkirin û bi çekên wan va hatin berterefkirin.
Hat gotin, li gor tesbîtê ji terorîstan yek bi kodnavê Arînê Şukran Alp e ku qaşo li herêma Herekola Eyaleta Botanê berpirsa jinên YJA-Starê ye û wekî pispora mayînan fealiyetê dike û di Lîsteya Kesên ji ber Terorê li wan digerin da di "kategoriya gewr" da ye.