ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hewaya herî sar di bin sifirê da bi 7 pileyî ve li Erdexan ü Qersê hat pîvandin.
Li gor agahiyên rayedarên Navenda Hişyarî û Texmînan a Meteorolojiyê li herêmê ewr heye û dibe ku li dema nîvro de êdî berf bibare.
Bi şev hewaya herî sar li Erzîncanê 1, li bajarên din jî di bin sifirê da Qers û Erdexanê 7, Wan, Mûş, Agirî û Îdîrê 3, Erziromê 2 pile, Bidlîs û Hekariyê 1 pile hat pîvandin.
Qalindiya berfê li Erdexanê 2, li Qers û Agiriyê 1, li Navenda Xweşiqitandinê ya Palandokenê ya Erziromê 32, li Navenda Xweşiqitandinê ya Qonaxliyê 25, li Navenda Xweşiqitandinê ya Cibiltepeyê ya Sarîqamîşê 32 û li çiyayê Kopê jî 15 santîmêtre hat pîvandin.