ŞANLIURFA
Li Wêranşehra navçeya Rihayê komekê ji bo ku birîna ceyranê protesto bike rê bigrê lê polêsan midaxeleyî komê kir.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, komek esnaf û pîşesaz li ser rêya navçeyê civiyan îdia kirin ku ev 3 roj e ceyranê hatiye birîn ji ber vê yekê jî nikarin tu tiştekî bikin û rêya Wêranşehr-Rihayê bi lastîk û melzemeyan va ji çûyîn û hatinê ra girtin.
Polês hatin dewsa bûyerê û hişyarî dan çalakvanan lê belê çalakvanan dîsa jî çalakiya xwe domandin li ser vê yekê polêsan bi ava tazyîk û gaza îsotê va midaxeleyî koma ku kevir diavêt kirin.
Midûrê Ewlekariya Navçeyê Esat Ugur bi komê ra axivî û soz da wan ku ew ê meselaya wan bigihîne meqamên eleqedar li ser vê çalakvan belav bûn.