Haydar Toprakçı
28 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2021
Li peravên Çeşmeya navçeya Îzmirê 66 koçberên bêdestûr ên ku hêzên Yewnanistanê di botên lastîk da dehfî aliyê Tirkiyeyê dane, hatin xelaskirin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Ewlehiya Qeraxan, li ser agahiya ku li peravên Çeşmeyê di nav bota lastîk da koçberên bêdestûr hene, ji herêmê ra botên Ewlehiya Qeraxan hat şandin.
Ekîban 66 koçberên bêdestûr ên ku hêzên Yewnanistanê dehfî aliyê Tirkiyeyê dane, derxistin qeraxan.
Koçberên bêdestûr piştî kar û baran ji Midûriya Îdareya Koçê ra hatin şandin.