İbrahim Yaldız
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Li Mûşa ku bi çandînî, heywandarî, mêrg û çayirên xwe yên berfireh va tê nasîn, li gorî heman heyamê ya par berf û baran ji sedî 200 zêde bû.
Berf û barana zêde ya ku li herêmê barîn û di jiyanê da bûn sedema zehmetiyan, her wisa ji bo bendav, gol, çem û çavkaniyên avê yên li binê erdê jî bûn "ava jiyanê".
Li Mûşa ku zivistan lê zehmet û dirêj derbas dibe, biharê jî baran xweş barî û ax nerm kir.
Li bajarê ku par ji ber kêmasiya berf û baranê di çandiniyê da hişkayî çêbû, îsal li gorî heman heyamê ya par di rêjeya berf û baranê da ji sedî 200 zêdebûn çêbû.
Cotkar û heywandarên li Deşta Mûşê ji ber vê rewşê kêfxweş in.
Midûrê Navenda Sepan û Lêkolînê ya Rêveberiya Afatê ya Mûşê Dr. Hîndekar Îskender Dolek ji nûçegihanê AAyê ra behsa vê rewşê kir.
Dolek wiha axivî: "Di sala 2025an da berf û barana ku di zivistanê da barî nêzîkî 100 mîlîmêtro bû ku îsal gihîşt nêzîkî 300 mîlîmêtroyan. Ev nîşan dide ku di demsala zivistanê da berf û baran pir zêde bûye. Ev ê jî bibe sedem ku ji bo Mûşê ber û berhem wê zêde bin."
Cotkar Ramazan Koç jî wiha got: "Me heywanên xwe derxistin mêrgê. Ji ber berf û barana zêde ya îsal, giya li gor par zûtir hêşîn bû bêtir xweştir e. Em kêfxweş in."
Bîlal Yalçinê ku 50 sal in li Deşta Mûşê heywandariyê dike jî wiha axivî: "Îsal li gor sala par bêtir baran dibare. Her der hêşîn bû. Em li bendê ne ku saleke bi bereket be."