Yeter Erdine
19 Îlon 2023•Rojanekirin: 20 Îlon 2023
Li Meletiyê di tetbîqatên asayîşê yên ekîbên polêsan de, 12 tiving û 35 demançe hatin desteserkirin û 9 gumanbar jî hatin girtin.
Rêveberê Ewlekariya Navçeya Yeşilyurtê Seçkin Kiliçarslan daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku di encama operasyonên Rêveberê Ewlekariya Wîlayetê de yên ku vê hefteyê lidar xistin, 12 tivingên nêçîrê û 35 demançe hatin desteserkirin û 9 gumanbar jî hatin girtin.
Kiliçarslan anî ziman ku rêveberiyên ewlekariyên navçeyan jî piştevaniya xebatan dikin û wiha pê de çû:
"Hemû ev çekên ku bûne amûrên sûcê, ji kes û navnîşanên cuda hatine desteserkirin. 27 gumanbarên ku me di operasyonan de binçav kirin, şandin edliyeyê, 9 jê hatin girtin, yên din hatin berdan. Piştî erdheja li bajêr bûyerên diziyê zêde bûn bi wan re micadele kir. Di 10 rojên dawî de me 78 gumanbarên diziyê binçavkirin û ji wan 33 kes hatin girtin.”