DIYARBAKIR
Li Liceyê êrîşên endamên PKKya rêxistina terorê ku guleya berdidin hêzên ewlehiyê û hizûra welatiyan xera dikin, ketin ber kamerayên MOBESEyê.
Li gor qeydên ku ketin destê AAyê endamên rêxistinê bi çekên lûledirêj û demançeyan li nav rê disekinin.
Terorîstên rûpêçayî bi zora çekê li makîneya kar siwar dibin û bi zorê bi operatorê wesaîtê wesaîtê didin xebitandin.
- Êrîşên li dijî kamerayên MOBESEyê.
Terorîst ji bo hêzên ewlehiyê dîmen hilnedin bi makîneya kar histûnên kamerayên MOBESEyê dişkênin. Dema êrîşa li dijî kamerayan di MOBESEyan da xuya dibe.
Di dîmeneke din da jî endamên rêxistinê çekên lûledirêj û demançe di destê wan da ne, dest didin ser kepçeyê û pê kevirên rê radikin û zirarê didin kabloyên fîber optîk.
Terorîst ji bo hêzên ewlehiyê nekevin herêmê rê digirin û rê dibirin.
Di dîmenan da terorîst guleya berdidin kamerayên MOBESEyê û piştî ku hêzên ewlehiyê tên direvin.