KONYA
Li navçeya Sarayonuya Konyayê mînîbusa rêwiyan û 2 tir li hev ketin, li gor agahiyên ewilîn di qezayê de 9 kes mirin. Hat diyarkirin ku di qezayê de gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin li ser rêbejaya di navbera Konya û Afyonkarahîsarê de, tira bi plakaya 33 CJH 19 û mînîbusa rêwiyan a ku ji aliyê Sarayonuyê ve dihat li hev ketin. Tireke tirimbêl barkirî jî ket nav qezayê.
Li gor agahiyên ewilîn di qezayê de 9 kes li cihê bûyerê mirin û birîndaran jî rakirin nexweşxaneyên cuda yên Konyayê. Hat diyarkirin ku birîna 4 birîndaran pir giran e.