Savaş Güler
31 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2021
Li Konyayê di malekê da 7 kes kuştî hatin dîtin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin li ser îxbara li Kolana Enbiya ya li Taxa Hasankoyê ya Merama navçeya navend li malekê 7 kes mirî hatine dîtin gelek ekîbên tenduristiyê û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.
Ekîbên polêsan di demek kurt da hatin cihê bûyerê û li hawirdor tevdîrên ewlehiyê yên berfireh hildan. Ekîbên tenduristiyê ketin malê û tesbît kirin ku 7 kes jî mirî ne.
Li gor agahiyên ewil kesên mirî bi çekan hatine kuştin. Ekîbên agirkujiyê şewata hat tesbîtkirin ku li mala ku piştî bûyerê agir pê xistine hat tefandin.
Hat ragihandin ku navê kesên kuştî Yaşar, Bariş, Serap, Serpîl, Îpek, Metîn û Sîbel Dedeogullari ye.
Waliyê Konyayê Vahdettîn Ozkaya û Midûrê Ewlehiyê Engîn Dînç li cihê bûyerê lêkolîn kirin.
Ekîbên polêsan ên ku li cihê bûyerê lêkolîna xwe didomînin ji bo girtina gumanbaran xebat dan destpêkirin.