KONYA
Li Konyayê wesayîtek û motorek li hev qelîbin û di qezayê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan, wesayîta ku şofêra wê Seher Korkmaz û plaqeya wê 42 UL 393 bû, li ser rêya Konya û Afyonkarahîsarê li nêzîkî bajaroka Sizmayê bi motora ku şofêrê wê Mehmet Aygor û plaqeya wê 42 VT 969 bû re li hev qelîbî.
Di qezayê de Saffet Korkmazê ku di wesayîtê de bû li cihê qezayê mir.
Şofêr Seher Korkmaz û Abîde Korkmaza di wesayîtê de bû jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Numuneyê ya Konyayê.