10 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2019
Di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da li kirê navçeya Diyarbekirê Licêyê du terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat ragihandin ku di çarçoveya operasyonên ewlekariya navxweyî da li kirê navçeya Diyarbekirê Licêyê ber êvarê bi destê Fermandariya Cendirmeyê Parêzgehê operasyon hat lidarxistin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat diyarkirin ku du terorîst tevî çekên xwe hatin berterefkirin û li herêmê operasyon berdewam in.