KERKÛK
Li Riyaza nahiyeya Kerkûkê pêşmergeyên Herêma Kurdistana Iraqê û milîtanên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) pevçûn û hat ragihandin ku di pevçûnê de rojnamger Kameran Necîm hat kuştin.
Necîm ji Silêmaniyeya bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo bûyeran ji nêz ve teqîp bike hatibû Kerkukê lê di şerê navbera her du aliyan de can da.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin DÎŞIya ku Mûsilê girt bin kontrola xwe, ji bo ku Riyaza nahiye, Havîce û Riyada navçeyên Kerkûkê bike bin kontrola xwe hewl da.
Hêzên biçek ên di bin kontrola Serhat Kadîrê ku Midûrê Polêsên Herêmên Derveyê Kerkûkê ye jî nehiştîn û li ser vê jî di navbera her du koman de şer derket.
Di dema pevçûnê de topa hawanê ket cihê ku Necîm lê wêneyên pevçûnê dikişand û teqiya. Ji ber teqînê perçeyekî topê li Necîm ket û wî jî li cihê bûyerê can da.
Hat hînbûn ku cinazeyê Necîm heta niha jî nehatiye veşartin lewra cihê kû wî lê can daye şer hê jî didome.
Hevalê Necîm rojnameger Ako Zengene der heqê Necîm de wiha got: "Pênc sal berê ji xwe re saziyek bi navê Metrograf Ajansê vekir û xwediyê wê bû. Ji sala 2003an pê ve dest bi rojnamegeriyê kir. Rojnamegerekî jêhatî bû. Di saziyên navneteweyî de jî wek rojnamegerê serbixwe dixebitiya û her tim diçû herêmên bi şer û pevçûn. Pêşangehên wêneya vekir û gelek jî xelat qezenc kir."
Necîmê ku ji Kerkukê bû û ev 5 sal bû ku li Silêmaniyeyê îkamet dikir.