DIYALA
Piştî îsyana ku li girtîgeheke li Diyalaya bajarê Iraqê dan destpêkirin bûyerên şidetê qewimîn. Dan zanîn ku di bûyeran de li gor tespîtên ewil 28 kes mirin.
Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Diyalayê Sadiq el-Huseynî daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got "li Girtîgeha El-Xalisa bajaroka Diyalayê ya ku 55 kîlometro dikeve bakurê rojhilatê Bexdayê duh şev dema ku şîv hat belavkirin hin girtiyan îsyan derxist û peywirdarên ewlehiyê rê li ber îsyanê girtin. Lê belê di bûyerên şidetê yên ku derdikevin de yek jê texmen 8 peywirdarên ewlehiyê mirin."
Huseynî diyar kir ku yekîneyên ewlehiyê bi lez û bez gihiştin herêmê û kontrola bûyeran bi temamî dest xistin û got "20 girtiyên hewl didan ku birevin hatin kuştin, 15 girtî jî reviyan."
Huseynî da zanîn ku li herêmê bergiriyên ewlehiyê hatin girtin û ji bo ku kesên reviyan bên girtin li hawirdorê operasyoneke berfireh dan destpêkirin."