08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
ANKARA
Serokwezîr Yildirim: "Li ku derê dibe bila bibe, dixwazî bila li bajêr, dixwazî bila li çolterê be, ji bo ku teror ji rojeva Tirkiyeyê derkeve em ê bi leşkerên xwe, polêsên xwe, cendirmeyên xwe, gundparêzên xwe û heta wisa ku bi welatiyên xwe ve bibin yek beden û emê bi hev ra tekoşînê bidin. Ne bi tenê li hember komên terorê, li hember yên ku ji hundir an jî ji derve pişta wan miz didin û piştgiriyê didin wan re jî bêtawîz çi hewce dike, em ê bikin."
Serokwezîr Yildirim got, "Hûn jî dizanin ku îro li Midyadê bi bombeyê êrîşî navenda polêsan kirin. Xwedêkirî tevdîrên ewlehiyê û bariyer hebûn, teqemenî zehf bûye lê belê birîndar hene. Qasî 30 kesî birîndar bûne. Mixabin qasî ku hetanî nika hat tesbîtkirin polêsek û 2 welatî bi tevahî 3 kes mirine. Agahiyên rewşa dawîn ev in."
Serokwezîr Yildirim: "Gelê min bira vî bizanibe ku; Dewleta Komara Tirkiyê bihêz e, miletê tirk yek e û bi hev ra ye. Qet ne dikarin miletê me bibetilînin ne jî dikarin vê dewleta mezin bi tu awayî ji vê têkoşîna birûmet û ji vê têkoşîna siberojê vegerînin."