Tirkiye

Li Hatayê populasyona xezalan zêde bû

Hejmara "Gazelle gazelle"yên hat tesbîtkirin li Tirkiyeyê bi tenê li sînorê aliyê Sûriyeyê yê Hatayê dijîn di sala 2020î da derket 1141ê.

Haydar Şahin  | 14.01.2021 - Rojanekırın : 16.01.2021
Li Hatayê populasyona xezalan zêde bû

Hatay

Hejmara "Gazelle gazelle"yên hat tesbîtkirin li Tirkiyeyê bi tenê li sînorê aliyê Sûriyeyê yê Hatayê dijîn di sala 2020î da derket 1141ê.

Xezalên di sala 2009an da hat tesbîtkirin li xeta sînorê Sûriyeyê yê Qirixana navçeya Hatayê dijîn di heman salê da hatin jimartin û wê çaxê hejmara wan kêm zêde 150 bû û hetanî dawiya sala 2020î hejmara wan zêde bû.

Li Îstasyona Zêdekirina Xezalan a li Herêma Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Tebîetê hatibû avakirin di dawiya sala 2018an da hejmara xezalan derket 757an û di dawiya sala 2019an da hejmar bû 925, di dawiya sala 2020î da jî hejmar derket 1141ê.

Li Îstasyona Zêdekirina Xezalan a ji bo zêdebûna populasyona gazelle gazelleyên nesla wan di bin xetereyê da ne dixebite heywan tên kontrolkirin, dermankirin û hewcedariyên wan tên dîtin.

- "Dema digihêjin hejmarekê wan berî tebîtê didin"

Nurî Akinê Şefê Qirixanê yê Şaxa Hatayê ya Parkên Neteweyî û Tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li 49 ciyan bi 35 personelan va 3 rojan karê jimartinê domandin û hejmara xezalan tesbît kirin.

Akin diyar kir ku 23 xezal li hejmara par a 925an zêde bû û hejmar derket 1141ê û qala girîngiya xezalan ya ji bo herêmê kir.

Akin diyar kir ku bi hesasiyeta gelê herêmê û tevdîrên din va hejmara xezalan zêde bû û wiha pê da çû:

Gazelle gazelle di nav cisnan da ne ku nesla wan ji holê radibe. Li gor Yekîtiya Parastina Çavkaniyên Tebiî û Tebîetê ya Dinyayê ji vî cisnî li dinyayê 3 hezar heb hene û bi tenê li Tirkiye û Îsraîlê tên dîtin. Li Îstasyona Zêdekirina Xezalan a li Qirixanê hat avakirin ji bo parastina nesla van xezalan xebatan dimeşînin. Dema digihêjin hejmarekê wan berî tebîtê didin. Wisa dikin ku li wan çil û çiyan xezal jiyana xwe bidomînin."

Akin got ji bo parastina nesla xezalan li herêmê çi ji destê wan tê dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın