28 Sibat 2016•Rojanekirin: 01 Adar 2016
GERMIYAN
Bi hatine demsala biharê, deştên Germiyanê ji bo gelê wê deverê dibin qada berhevkirina dombelanan. Dombelanên ku li wê deverê têne berhevkirin herçiqas berî nuha ji bo welatên weke Siûdî, Kuwêt û cihên naverasta Iraqê dihatin hinartin jî, nuha tenê li bazarên herêmê tên firotin.
Edalet Mihemedê (33) xelkê gundê Belegeya ser bi Serqelaya Germiyanê ku li derûdora gund dombelanan berhev dike ji nûçegihanê AAyê ra behsa karê xwe kir.
Edalet Mihemed destnîşan kir ku dombelan tenê demsala biharê şîn tên û xwarineke gelekî bi tem û xweş e û got "Berî nuha tenê xelkê vî gundî dombelan gelek berhev dikirin. Dombelanên ku zêdeyî pêwîstiyan bana, dibirin bajêr û bi bihayekî baş difirotin. Lêbelê nuha hemî xelkê vê derûdorê tên dombelanan."
Edalet anî ziman ku dîtina dombelana hostatî jê ra divê, ew cihê ku dombelan tê da şîn tên nêzîkî santîmetroyekê ji erdê bilind dibe û got, "Ewên ku şarezayê vî karî bin cûrbicûr dombelanan berhev dikin, li Germiyanê du dever hene ku dombelanên wê gelek in; derûdora Xaneqîn û Hemrînê. Dombelanên van deran sipî ne û axa wê jî limawî ye. Herwiha li cihên weke Serqela û Zinane dombelanên sor şîn tên."
Welatiyekî din bi navê Fayeq Necmedîn ku dombelan berhev dikirin destnîşan kir ku vê salê berê dombelanan kêm e û got, "Welatiyên ku ji bo seyranê tên van deran di heman demê da ji xwe ra li dombelanan digerin."
Dombelanên ku ji nuha ve bihayê wê ji yê goşt bihuriye li bazarên Germiyanê bi 15 hezar dînarî (nêzîka 12 dolaran) tê firotin. Bihayê dombelanan li gorî mezinahî û cûreyên wan diguhere. Berî nuha dombelanên vê deverê ji gelek wîlayetên jêra Iraqê ra dihatin şandin û ji wan deran jî derdiket dervayî sînor. Lê nuha tenê digihine Bexdaya paytexa Iraqê û bazarên Herêma Kurdistanê.
Osman Elî firoşyarekî dombelanan anî ziman ku ew ji berhevkaran kîlograma dombelanan bi 12 hezar dînarî dikirin û bi 14-15 hezar dînarî difiroşin û got, "Berê hingî dombelan gelek dihatin ber destê me, me jî, ji wîlayetên weke Bexda, Rumadî û Fellûceyê ra dişandin, dem bûye ku dombelanên me gihiştine Siûdî û Kuwêtê. Lêbelê nuha zêdetir li bazarên Silêmanî, Hewlêr û Bexdayê pêde dibin."
Dombelan yan dobelan cûrek ji malbata kuvarkan e, xwarineke wekî kartolan e. Lê tevî ku di bin erdê de hêşîn dibe, dîsa jî ne rehên wê hene û ne jî li ser rûyê erdê pelên wê hene. Li Kurdistanê bi piranî li serê qelaç û girên ku tu carî nehatine ajotin jixweber hêşîn dibin.