GAZİANTEP
Li Gazîentabê piştî ku endamên rêxistina terorê PKKê bi çekên lûledirêj êrîşî navenda polêsan kir, li herêmê di wesayîteke ku hat şewitandin de lav û çekê lûledirêj hat dîtin. Lêpirsînên der barê êrîşa ku birin ser navenda polêsa ya 25 Aralik a li taxa Ocakliyê û wesayîta li nêzî navenda polêsa hat şewitandin de dewam dike.
Di wesayîta ku bi ewlehiyeke berfireh hat lekolînkirin de lav û çekê lûle dirêj hat dîtin. Hat tespîtkirin ku wesayîta ku kismeqe şewitî ya bi pileqeya 34 HF 5518 malê diziyê e. Rayedaran ragihandin ku terorîstan bi erebeya ku dizîne hatine cihê bûyerê û ji bo wext bibînin da ku ji destê polêsan birevin agir berdane wesayîtê.
Midurê Ewlehiyê Erhan Guler li cihê bûyerê lêkolînê kir û ji nûçegihanan re got ku lêgerîna berfireh dewam dike.