Okan Coşkun,Adsız Günebakan
04 Sibat 2024•Rojanekirin: 04 Sibat 2024
Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya ragihand, helîkoptera di envanterê Serokatiya Daîreya Hewageriyê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da qeydkirî ye, li tanga gundê Kartalê yê Nûrdaxiya navçeya Entabê tûşî qeza û têkşikestinê bû û di encamê da 2 pîlot şehîd bûn.
Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got, "Helîkoptera me ya ku nimroya poçika wê EM 708 e û di envanterê Serokatiya Daîreya Hewageriyê ya Midûriyeta Giştî ya Ewlekariyê da qeydkirî ye ya ku vê êvarê ji Balafirgeha Hatayê bi firê ket ku biçe Balafirgeha Entabê, li tanga gundê Kartalê yê Nûrdaxiya navçeya Entabê tûşî qeza û têkşikestinê hatiye. 2 polêsên me yên di helîkoptera me da ya ku herî dawî di saet 22.49an da peywendî pê ra çêbû, şehîd bûne û teknîsyenê me jî birîndar bûye."
Yerlikaya her wiha ji bo polêsên qehreman ji Xwedê rehmet xwest, ji bo malbatên wan û teşkîlata ewlekariyê hêviya serxweşî kir û wiha got, "Meqamê şehîdên me alî be. Ez ji bo polêsê me yê birîndar jî hêviya şifaya bilez dikim."
Her wiha gelek ekîbên tenduristî, lêgerîn xilaskirin, UMKE, AFAD û cendirmeyê şandin cihê bûyerê.
Piştî xebatên hatin kirin, teknîsyen bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.