İbrahim Atmaca
09 Tebax 2020•Rojanekirin: 10 Tebax 2020
Li Gazîantebê di operasyona hişbirê da 31 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlekariya Bajêr hat dayîn, di çarçoveya xebatên têkoşîna bazirganiyê ya hişbirê da li ser navnîşanên ku li bajêr hatin kifşkirin, operasyon hat kirin.
Di operasyonê da 31 gumanbar bi sûcdariya "peydakirin, bikaranîn û bazirganiya hişbirê" hatin binçavkirin.
Di lêgerînên li navnîşanan 11 jê bê ruhset 13 demaçe, 3 tivingên nêçîrê yên bêruhset, teraziyeke hesas û pereyê ku li gor nirxandinê ji bazirganiya hişbirê hatiye bidestxistin, hatin bidestxistin.
Li ewlekariyê karên îfadedayîna gumanbaran dewam dike.