DIYARBEKIR
Li Erganiyê 33 kîlo esrar hate girtin.
Li gor agahiyan, tîmên polêsan li Taxa Adnan Menderesê, li ser rêya TOKIyê operasyona hişbirê kirin. Di operasyonê de ajokarê wesayita bi plaqeya 06 AG 9394 reviya û navê wî jî nehat hînbûn.
Wesayita ku bi faqê tekerên wê hatin teqandin, di encama xebatên polêsan de li ser rêya Dîrekçîlerê hat girtin. Di wesayİtê de lêgerîn hat kirin û di encama lêgerînê de 33 kîlo esrar hat girtin.
Di der barê bûyerê de mirovek hat girtin û lêpirsîn didome.