Cüneyt Çelik,Ali Çelik,Günay Nuh,Yunus Hocaoğlu
30 Mijdar 2022•Rojanekirin: 02 Berfanbar 2022
Li Erdexan û Qersê berfa spî her der nixûmand.
Berfa ku li Qersê şev dest pê kir dem demî dewam kir û bajar çîl û spî bû.
Serê sibehê hin welatiyan berfa li ser wesayîtên xwe paqij kirin.
Ekîbên Midûriya Herêma 18emîn a Rêbejayê berf paqij kirin.

Li navçeya Sariqamîşê jî berf barî.
Li Navenda Şiqitandinê ya Cibiltepeyê qalindiya berfê gihîşt 15 santêman.
Welatî Fatîh Cengîz got dema ew serê sibê şiyar bûn wan dît ku her der bi berfê spî bûye.

Hin cotkaran jî pez û bizinên xwe li cihên ku berf lê hindik e çêrandin.
- Erdexan
Li Erdexan jî berf barî û her der bi berfê nixûmî.
Germahiya hewayê di binê sifirê da daket 3 pileyan, qeşa çêbû.

- Erzirom
Li Erziromê germahiya hewayê bû sifir, paceyên wesayîtan qeşa girt.
Li hin kuçe û kolanan qeşa çêbû û çiya bi berfê nixûmîn.
Li ser dar û beran jî qirawî çêbû.