EFRÎN
Li Efrîna ku di destê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) da ye di serî da pirjinî, der heqê mafên jinan, zewac û têkiliya jin û mêran da zagon hat derxistin. Li gor zagonê "pirjinî" tê qedexekirin.
Li gor agahiyan PYDya ku Efrînê bi pergala kantonê îdare dike, di rêbendana 2014an da bi navê "mafên jinan û zewacê" zagonek derxist. Li gor zagonê wê jin ji jiyana rojane bigre heta siyasetê bi mêran ra wekhev bin. Jin û mêr di dadgehê da wek hev in. Li gor zagonê keçên 18 salî dikarin bêyî destûra dê û bavê xwe bizewicin û mafê devjihevberdanê jî didin jinan.
Li gor zagonê "mehîr" hat rakirin û jin û mêr li gor îradeya xwe dikarin jiyana xwe ava bikin.
Li gor zagonê kuştinên ji bo "namûs"ê sûc e û cezayên giran tên dayîn.
Sabah Hannanê hiqûqnas ê li Efrînê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Ev zagon wekheviyê dide jin û mêran. Niheqiya di navbera jin û mêran da radike. Wê bertekê nîşanî zagonê bidin, wê gel qebûl nekin, lê di nav demê da wê pirsgirêk çareser bibin."