EDENE
Li herêma Çukurovayê ya ku yek ji navendên girîng a hilberandina zebeşan e dest bi qetandina zebeşan kirin.
Zebeşên ku li Edeneyê tên hilberandin û bi navê "Zebeşê Edeneyê" pêşkêşî piyaseyê dikin, li ber zeviyan kîloya wê bi lîreyekî hat firotan.
Waliyê Edeneyê Mustafa Buyuk di axaftina xwe ya li tanga Bajarokê Tûzlayê, Gundê Kapiyê ya di bernameya ji bona qetandina zebeşan de diyar kir ku Edene ji sedî 20 pêdiviya Tirkiyeyê ya zebeş bi cih tîne.
Walî Buyuk destnîşan kir ku li Edeneyê zebeş direşînin ser 120 hezar dekar zevî û wiha xeberda: "Zebeşê Edeneyê yê ku Tirkiye baş nas dike, derket piyaseyê. Ji ber ku îsal demsal baş derbas bû, em hêvî dikin ku sezon bi bereket derbas bibe. Em li hêviya 750 hezar ton rekolte ne. Her kes bi tama zebeşê Edeneyê dizane. Tam û lezeta wê bi tu zebeşên din re nayê muqayesekirin."
Hilberê zebeşan Alî Nartarim jî destnîşan kir ku wan dest bi qetandina zebeşên ku bi qasî 6 meh berê reşandibûn, kir.
Nartarim diyar kir ku wî îsal li ser 2 hesar û 500 donim erd zebeş çand û ew li bendê ye ku ji serê donimê 6-7 ton zebeş hilde.
Zebeşê ku li dû axaftinan hat qetandin, pêşkêşî Walî Buyuk û endamên protokolê kirin.