NEW YORK
Li DYAyê demsala danûstandinê ya ku bi navê "Îna reş" tê zanîn dest pê kir.
Amerîkayî ji bo tiştên erzan sibê zû hatin ber deriyê fîroşgehan û ji bo danûstandinê ketin dorê.
Hat diyarkirin ku tiştên li firoşgehan ji sedî 90 erzan tên firotin. Hat dîtin ku polêsan ji bo ewlehiyê tewdîr girt.
Amerîkayî "Îna Reş" herî zêde diçin Target, Walmart, Sears û firoşgehên ku tiştên malan difroşin.
Hat destnîşankirin ku di 10 salên dawîn de di danûstandinên "îna reş" de 7 kes mirin û nêzî 90î jî birîndar bûn.