Önder Beyter
22 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2019
Li Duzceyê xebatên ji bo dîtina 5 kesên ku di lehî û hezazê da wenda bûn, cardin dest pê kirin.
Lêgerîn-Xilaskirin a Cendirmeyê (JAK), AKUT, AFAD, Ekîba Lêgerîn-Xilaskirinê ya Duzceyê (DAKE), Lêgerîn û Xilaskirina ÎHHyê, Kewşa Neteweyî, Lêgerîn û Xilaskirin (UKSAR), Tîma Lêgerîn-Xilaskirin û Şewatê ya Sakaryayê (SAKTÎM) û ekîbên din li gundên Esmahanim û Ugurluyê yên navçeya Akçakocayê û herwiha gundê Melanagziyê yê li ser navendê kom bûn.

Ekîb li devê nawalan û li ciyên ku avê da ber xwe li 5 kesên wenda ku 4 jê zarok in, digerin.

Herwiha di xebatan da ji 200î zêdetir personel, ji 30î zêdetir wesayît û herwiha bi bot, kûçikên lêgerîn û xilaskirinê û helîkopter beşdar in.
Makîneyên şixul jî li ciyên ku kûçik nîşan didin, xebatê dikin.

Ji aliyekî din va li herêmê alîkariyên Heyva Sor a Tirk, wesayîta gerok a tenduristiyê ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Parêzgehê û saziyên civaka sivîl ên ji bo mexdûrên lehiyê dewam dikin.
17ê tîrmehê roja çarşemê êvarê û 18ê tîrmehê roja pêncşemê jî bi şev ji ber barana zêde li navçeyên Cumayerî, Golyaka û Akçakocayê ji ber ku avê di ser Çemê Melenê ra avêt, lehî rabûbû û hezaz çêbûbû. Li van herêman li gundan 227 kesên mehsûrmayî hatibûn xilaskirin, lêbelê îxbar hatibû kirin ku 7 kes wenda ne.

Di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da 19ê tîrmehê di newala navbera gundê Esmahanim û gundê Ugurluyê da cesedê Fatma Tongela 42 salî ku wenda bûbû û lê digeriyan û herwiha duh jî 200 mêtre li biniya gundê Ugurluyê li ciyê ku dehl e, cesedê Cengîz Tongel hatibûn dîtin.