Ji ber bûyeran li navçeyê tevdîrên berfirêh hatibûn girtin û 17 kes hatibûn binçavkirin. Kar û barên fermî yên van 17 kesan li miduriyeta ewlehiyê temam bû.
Piştî jêpirsinê du kes sewqî edliyeyê kirin. 15 kes jî hatin berdan. Di nav 15 kesên ku hatin berdan de yên temenên wan biçûk in teslîmî malbatên wan kirin.
Li navçeyê esnafên ku 2 roj bûn ji ber rageşiyan dikanên xwe girtibûn jî dest bi kar kirin.