Osman Bilgin
01 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2026
Li Sûra navçeya navend a Diyarbekirê makîneya paleyiyê ya ku agir pê ket şewitî û êdî nema tê bikaranîn.
Li Taxa Karabaşê ya gundewar makîneya paleyiyê ya genim didirût ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewitî.
Li ser îxbarê ekîbên agirkujiyê yên Şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê sewqî cihê bûyerê kirin.
Şewat berî ku bipeke eraziyên çandiniyê yên hawirdor hat vemirandin, makîneya paleyiyê ewqas xisar dît ku êdî nema tê bikaranîn.