03 Adar 2016•Rojanekirin: 04 Adar 2016
DIYARBAKIR
Li ser banga "meşa bêdestûr" a ber bi Sûra navçeya Diyarbekirê li bajêr bergiriyên ewlehiyê hatin zêdekirin. Di çarçoveya operasyonan de 35 teqemeniyên bidestçêkirî, 25 molotof, 16 fişengên tifingên nêçîrê hatin bidestxistin û 33 kes jî hatin binçavkirin.
Selahattîn Demirtaşê Hevserokê Giştî yê HDPyê pêr di civîna ku li Diyarbekirê hat kirin de bang kir ku ber bi Sûrê ve bimeşin, li ser vê yekê ji bo parastina ewlehiya can û malê welatiyan li bajêr bergiriyên ewlehiyê hatin zêdekirin.
Di vê çarçoveyê de ekîbên Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr li navçeya Yenîşehîra navend li avahiyeke metrûk de lêgerîn kirin. Di lêgerînê de 26 teqemeniyên bidestçêkirî, 14 molotof û 16 fişengên tifinga nêçîrê hat bidestxistin.
Ekîbên polêsan di operasyona li Taxa Mewlana Xalid a navçeya Baglarê de 11 molotof, 9 teqemeniyên bidestçêkirî, 3 cot destik, 4 şarpe û 3 eşofman hatin dîtin.
Hêzên ewlehiyê midaxaleyî komên ku li hin cihên li bajêr civiyan û digel hişyariya belavbûnê bi kevir û molotofan êrîş kirin, kir.
Di bûyerên ku derketin de 33 kes hatin binçavkirin. Miameleyên gumanbaran ên li ewlehiyê berdewam dikin.