ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê minîbusekî qaçaxên sûrî yên ku hewl didan herin girava Mîdîlliya Yewnanîstanê xist. Di qezayê de 2 kes mirin.
Li gor agahiyan minîbusa ku plaqeya wê 34 ZL 6398 bû, li gundê Koruobayê li ber qeraxê Hemîde Beraket (7) û Rewan Mamuuyê xist. Piştî qezayê şahidan got ku şofêrê minîbusê A. S minîbus hiştiye û reviyaye.
Cesedê qaçaxên surî rakirin morga Nexweşxaneya Ewlehiyê ya Ayvacikê.
Rayedaran karê fermî yê 46 qaçaxan hel kirin û ew teslîmî Navenda Paşveşandina Biyaniyan ê Midûriyeta Ewlehiyê ya Ayvacikê kirin.
Ji bo ku şofêr A.S bê dîtin jêpirsin dewam dike.