BATMAN
Li Batmanê di vê mehekê de di operasyonê li dijî YDG-Ha şaxa ciwanan a PKKya rêxistina cihêxwaz de 55 kes hatin binçevkirin, ji wan 21 kes hatin girtin.
Li gor agahiyên ku ji Serdozgeriya Komarê ya Batmanê hatin sitandin, ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û Midûriyeta Ewlekariya Batmanê di mehekê de li navend û navçeyên bajêr operasyon birin ser YDG-Ha şaxa ciwanan a PKKya rêxistina terorê, di operasyonan de 55 kes binçev kirin.
Kesên bersûc piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî dadgehê kirin û dadgehê der heqê 21 kesî de biryara girtinê da, der heqê 11 şikbaran de jî biryara kontrola edlî da. 23 kes jî serbest hatin berdan.