BATMAN
Piştî pêvajoya çareseriyê fîrmayên girîng ên tekstîlê li Batmanê fabrîqeyan vedikin.
Li ser daxwaza fîrmayan herî dawî ji bo LC Waikiki, Defacto, Gama-Teks, Uniteks û FGC Tekstîlê li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Batmanê 80 donim erazî hat tehsîskirin.
Di van fabrîqeyan de 3 hezar kesê bixebitin.
- 142 veberhêner di dorê de ne ku fabrîqeya xwe vekin
Waliyê Batmanê Azmî Çelik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Batmanê kêmasiya cî heye, lê dîsa jî em pêşiyê girîngiyê didin fîrmayên mezin û wiha got: "Fîrmayên neteweyî û navneteweyî girîngiyê didin Batmanê, sedem jî pêvajoya çareseriyê ye. 142 veberhêner di dorê de ne ku fabrîqeyen xwe vekin."
Çelik di berdewamiyê de wiha got: "Bi taybetî jî me ji bo fîrmayên mezin derfet çêkirin. Di Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Batmanê de 54 fîrma hene, 11 fîrma jî cî çêdikin û fîrmayek jî di asta projeyê de ye. Ev yek me kêfxweş dike. Înşaellah ev pêvajo bidome dê ji bo gelê me baş bibe."