AGRI
Li navçeya Avkevirê 13 zarokên malbata Çîvî hene û malbat di xaniyekî kevin de jiyana xwe berdewam dike.
Li gundê Kagniliya navçeyê gundiyan xêra dê bavê xwe malek daye malbatê û malbat di wê malê de dijî. 13 zarokên malbatê hene, zaroka herî biçûk yek mehî ye, zaroka herî mezin 17 salî ye.
Muhammed Nedîm Çîviyê malxwê malê (34) daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 13 zarokên wî hene, ew ji bo debara xwe şivantiyê dike.
Çîvî daxuyand ku zaroka wî ya herî piçûk yek mehî, ya herî mezin 17 salî ye û wiha dewam kir: "Ez ji ber feqîriyê nikarim keça xwe bişînim dibistanê. 4 zarokên min li mala birayê min dimînin, zarokên min ên din jî li cem min in."
Çîvî got ku ew eslê xwe ji Xamûrê ye û wiha dewam kir:
"Min li Xamûrê îdara xwe nekir, ji ber vê jî min bar kir û ez hatim gundê Kagniliyê. Ji bo debara xwe ez li vê derê şivantiyê dikim. Gundiyekî xêrxwaz li vê derê malekeke ku ji ode û sivderekê pêk tê da min. Mixtarê gund alîkariyê dide me. Li ser navê me daxazname da û ji bo me komir stand. Hûn halê malê dibînin, em bi 13 zarokan ve li vê mala xirabe dijîn. Ji me re miaş dernakeve. Ez ji şivaniyê 5 hezaran qezenc dikim. Ji vê 3 hezarî didim deyn, erzaq û dikanê. Ez li benda alîkariya mirovên dilrehm û dewletê me."
Hasan Karahanê mixtarê gund jî got ku malbata Çîvî ji 15 serî kulfetan pêk tê û di gund de malbata herî feqîr ew in.
Karahan got ku çi ji destê wan tê û ew dikin û alîkariyê didin malbatê, lê qeweta wan jî ewqas e.
Karahan daxuyand ku ji bo malbatê ecele malek hewce dike û ew li benda xêrxwazan in ku alîkariyê bidin vê malbatê.