Haydar Şahin
31 Adar 2019•Rojanekirin: 01 Nîsan 2019
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) ji bo kanalên beriya ku qedexeya weşanê rabe dest bi weşanê kirin gilîdar bû û serî li RTUKê xist.
Rayedarên LHByê ji ber ku hê qedexeya weşanê ya li ser Hilbijartina Giştî ya Rêveberiyên Herêmî ranebûye dest bi weşandina encaman kirin li gor Qanûna Li Ser Kituka Hilbijêran û Hikmên Hilbijartinê ya bi hejmara 298an der heqê kanalan da gilîdar bû û serî li RTUKê xist.
Li gor qanûnê beriya saet 18.00an weşandina encaman qedexe ye. Di navbera 18.00-21.00ê da jî li gor daneyên ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dide dikarin weşanê bikin. Piştî saet 21.00ê jî weşan serbest e.
LHByê di hilbijartinên beriya vê da beriya saet 21.00ê destûra weşanê dabû.