AGRI
Leglegên ku dibêjin mizgîniya biharê û dostên cotkaran in hatin Eleşgira navçeya Agiriyê.
Legleg serê meha adarê hatin herêmê û bi qirş û qalan dest bi çêkirina hêlîna xwe yên havînê kirin.
Li Yucekapiya bajaroka Eleşgirê her sal leglega mê 10 rojan beriya leglega nêr tê û dest bi çêkirina hêlîna xwe dike. Ev tişt gelekî bala welatiyan dikişîne.
Ji welatiyan Cuneyt Demîr daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got legleg îsal ji ber şertên zor ên zivistanê dereng hatin.
Demîr got ku ewil leglega mê tê û hêlînê çêdike, paşê jî leglega nêr tê. Demîr wiha axivî: "Bi piranî her sal pêşiyê leglega mê tê û hêlîna xwe çêdike û paşê jî leglega nêr tê."