18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ANKARA
Hinceta Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya biryara derbarê "derbasbûna rayên bêmor" de hat ravekirin. Lijneyê biryar da ku derheqê serokê lijneya sindoqê û endamên wê yên ku şaşî an îxmalên wan werin tespîtkirin de, li gor qanûna lijneya hilbijartinê doz bê vekirin.
Sedema biryara derbarê rayên bêmor û zerfa yên ku di dengdayina gel de hatin bikaranîn ku bi yekdengî hat sitandin, li ser malpera Lijneya Bilind a Hilbijartinê hat weşandin
Di biryara bisedem de cî dan Qanûna Hilbijartinê ya bi jimara 298 û mewzûata eleqeder.
Di sedema biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya derbarê "derbasbûna rayên bêmor" de balê kişandin ser madeyên destûra bingehîn ên eleqeder û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê û wiha hat îfadekirin: "Herçiqas ev qisûrê hilbijêran nebe jî, eşkere ye derbasnebûna rayên hilbijêrên ku raya xwe li gor rêzikan avitêne mafê wan ê beşdariya rêveberiyê ji destê wan distîne."