SAKARYA
Serokê Gişkî yê Federasyona Mixtaran a Tirkiyeyê Ramazan Ozunal diyar kir ku lîsteyên hilbijêran yê bên daxistin û wiha got: "Ji ber vê yekê divê welatiyên me hetanî saet 17.00î herin mixtariyê û lîsteyan kontrol bikin."
Ozunal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku Lijneya Hilbijartinê ya Bilind di 14ê adarê da lîsteyên hilbijêrên li welêt û dervayî welêt darda kiribû.
Ozunal destnîşan kir ku hilbijêran zêde eleqe nîşanî lîsteyên dardakirî nekirin û wiha axivî: "Divê welatiyên me di vê mijarê da hesas bibûna, lewra ev hilbijartina ji hilbijartinên din girîntir e."
Ozunal got ku meneya poşmanbûna paşê bê feyde ye û wiha pê da çû: "Lîsteyên hilbijêran yê îro bên daxistin. Ji ber vê yekê divê welatiyên me hetanî saet 17.00î herin mixtariyê û lîsteyan kontrol bikin. Ku qeydên xwe hildin cihên ku ew ê lê raya xwe biavêjin yê hem kêrî wan bê hem jî kêrî welat."
Ozunal destnîşan kir ku mînaka demokrasiyê ya herî girîng sandiq e, divê kesên ku li demokrasiyê xwedî derdikevin li gor rêgezên demokrasiyê di tevgeran da bibin.