ERZURUM / BÎTLÎS
Li Ahlata (Xelata) navçeya Bidlîsê û Erziromê kuştina Ozgecan Aslanê hat protestokrin.
Xwendekarên Zanîngeha Ataturkê li ber peykerê Zanistê li hev civiyan û bi wêneyên Ozgecan Aslanê ve meşiyan.
Li ser navê komê Merve Aydinê axaftinek kir û wiha got: "Ji bo ku bûyerên bi vî rengî car din çênebin, em ê bi hevalên xwe yên ji fakulteya hiqûqê ve darizandina vê dozê ji nêz ve bişopînin. Bila tu kes ji bîr neke, heta ku civakeke bêhnpak ava nebe, dilê me yê bi Ozgecanê ve bişewite."
- Bidlîs
Li Ahlata navçeya Bidlîsê jî hin jin û hin endamên saziyên civakî yên sîvîl li taxa Erkizanê hatin bal hev.
Kom bi pankartan ve heta Avahiyê Hikûmetê meşiya. Li vir kuştina Ozgecan Aslanê hat şermezarkirin.
Semra Çeker li ser navê komê axivî û got ku dilê wan gelekî ji bo Ozgecanê dişewite û wiha pê de çû: "Jinên Xelatê vê sûcê mirovahiyê ya ku xedar, zalim û nayê terîfkirin şermezar dikin. Xwedê êşeke wiha nîşanî tu dayikekî nede."
Piştî daxuyaniyê kom belav bû.