TBMM
Parlementerê HDPyê yê Mersînê Ertugrul Kurkçu bi Hevseroka Partiya Sosyalîst ya Rizgariya Ji Nû Ve Nejla Kûrûlê re li TBMMyê civîna çapemeniyê li dar xist û der barê rojevê de nirxandin kir.
Kurkçu bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa rojnamevanekî ya wekî "Arîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan der barê bûyerên li Cizîrê de got 'PKKyî henekê xwe bi Qendîlê dikin' Di pêvajoya çareseriyê de çi dibe?" got ku "Bi awayekî berbiçav eşkere ye ku di paşxaneya rewşa li Cizîrê de vîna KCKyê tune. Ez wisa difikirim ku şîroveya Akdogan ne li gor mantiq û zimanê pêvajoya çarseriyê ye."
Kurkçu got ku di pêvajoyê de dibe ku her dem nîqaş çêbin û wiha axivî: "Lê belê ev vîneke diyarker nîne. Ji bo ku pêvajo di bin kontrolê de pêş bikeve alî çi dekeve ser milên wan bikin, dê baştir be. Peyvbaziyên bi vî awayî ji bo ku pêvajo bi awayekî baş pêş bikeve, bi kêr nayên."