Haydar Şahin
19 Nîsan 2019•Rojanekirin: 20 Nîsan 2019
Li Ayvacika navçeya Çeneqeleyê motora keleka ku koçberên bêdestûr ji bo derbasî Midîliya girava Yewnanistanê bibin lê siwar bibûn xirab bû, 19 koçberên bêdestûr ên di kelekê da man bi destê ekîbên ewlekariya peravê hatin xilaskirin.
Motora keleka fîber a koçberên bêdestûr ji bo derbasî Midîliyê bibin li perava gundê Ahmetçeyê li siyar bibûn demekê şûn da xirab bû.
Kelek li ser behrê ma û 19 koçberên bêdestûr ên welatiyê Efxanistanê li ser vê ji bo alîkariyê bangî ekîbên ewlekariya peravê kirin.
Ekîbên hatin herêmê kesên di kelekê da derxistin qeraxê.
Ekîban koçberên bêdestûr birin Qereqola Ewlekariya Peravê, piştî karûbarên fermî hemû teslîmî Navenda Paşdaşandina Biyaniyan a Ayvacikê kirin.