VAN
Salih Ozdemirê ku li Muradiyeya navçeya Wanê dijî kewa gozel ya ku navê "Kinali"yê lê kiriye ev 10 sal e ku ji xwe naqetîne û biçe kê derê bi xwe re dibe.
Kewa gozel pirî caran yan li sermil û yan jî li ser serê Ozdemir disekine û kesên vê rewşê dibînin jî şaş û metel dimînin.
Ozdemir diyar kir ku dema ew li bexçe rûdinê û kewa wî ya gozel jî dixwaze bigere tê û wî dide ber nikulan. Xwediyê kewê destnîşan kir ku di navbera wî û kewê de hevaltiyeke pir xweş heye û wiha pê de çû: "Dema min digot "Kinali" ew bilez dihat bal min. Di mala min de hin kewên din jî hene lê kewa min a gozel cihê ye. Cûcikên kewê yên ku ji hêkê derdikevin ez berê dehlê didim. Wê demê min ev kew jî bi wan re berê dehlê da lê ew bi wan re neçû û bi min re vegeriya. Dema ez ji çarşiyê vedigerim çawa dengê min dibihîse dixwaze bê bal min. Ez çawa li zarokên xwe dinihêrim bi heman awayî li wê jî dinihêrim. Dema ez reht têm malê pê re dileyîzim û tu rehtiya min namîne."