ANKARA
Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî bi vîzyona avakirina dahatûyeke bê şîdet kampanyaya "Em bi hev re ji şîdeta li ser jinê re #Bibêjin Na" da destpêkirin. Kampanya ji her aliyê civakê balê dikşîne li ser helwesta li dijî şîdetê.
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenûr Îslamê di 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de projeyê eşkere kir. Hunermend û kesên navdar ên civakê piştgirî da kampanyayê.
Kampanyayê ji bo ku şîdeta li ser jinê bide seknandin, hişmendî û bandora civakî ava bike, dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de kesên navdar nêrînên xwe yên li dijî şîdeta li ser jinan ji ser malpera www.durdiyelim.comê weşandin. Armanca projeyê ew e ku li hember pirsgirêkên civakî bi hev re tevbigerin, hişmendiya civaka ku çareseriyan derdixîne holê xurt bike.
Kampanya bangî her aliyê civakê dike ku berteka xwe ya li hemeber şîdetê bi dirûşmeya #em bibêjin na nîşan bide. Her kes dikare dîmenên xwe yên der barê şîdeta li ser jinê li malpera www.durdiyelim.comê bar bike.
-Di kampanyayê de gelek kesên navdar cî digirin
Di nav kesên ku heta niha piştgirî dane kampanyayê de Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Îdrîs Gulluce, Arîkarên Serokê Giştî yê AK Partiyê Suleyman Soylu û Beşîr Atalay, Parlementerê Ankarayê Emrûllah Îşler, lîstikvan Akasya Asilturkmen, Burcu Kara, Denîz Turkalî, Hale Soygazî, Turkan Şoray, Halîl Ergun, stranbêj; Zelîha Sûnal, Coşkûn Sabah, Işin Karaca, Soner Arica, manken: Ebrû Guzel, karsaz; Neslîhan Alkoçlar, pêşkeşvan Oylum Talu cî digirin.
Hin peyam wiha ne:
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenûr Îslam: "Em ji bo ku cîhana xwe bikin ciheke baştir û mirov bikare bi rehetî wir bijî, divê em ji her cure şîdetê bi taybetî ji şîdeta li ser jinê xilas bibin. Werin em astengiya cudahiyê ji holê rakin û bi hev re ji şîdeta li ser jinê re bibêjin na."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz: "Di şaristaniya me de bingeha civakê lis er malbat û civakê tê avakirin. Jin xanimefendiyên malê ne û pîvanga herî girîng a civakê ne. Yek ji peywirên me yên herî girîng ew e ku em ji wan hez bikin û li hember wan rêz bigirin. Werin bi hev re ji şîdeta li ser jinê re bibêjin na."
Turkan Şoray: "Astengkirina şîdetê di destê me de ye. Em divê li hember şîdeta li ser jinê têkoşînê bikin û peywira ku dikeve li ser milê me bi cî bînin. Ji bo ku êdî bêtir can êşê nekêşînin em divê wek civak destê xwe bidin hev. Bila jinên me êdî negirîn û ji bo ku ew bikenin werin bi hev re ji şîdeta li ser jinê re bibêjin na."