BATMAN
Li Kozlixa navçeya Batmanê karikeke ku sê piyên wê hene çêbû.
Mehek berê bizineke Şafî Savaşê ku li gundê Bexbaxê heywandariyê dike za û karikeke sêpê çêbû. Karika sêpê bala gundiyan dikşîne.
Savaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Min navê "Delal"ê li karikê kir. Em di serî de heyirîn ku sê piyên karikê hene, lê peyra me got ev jî lutfa Xwedê ye. 20 sal e şivantiyê dikim û bi heywanan re eleqedar dibim. Cara ewil e ku tişteke wiha dibînim."
Savaş destnîşan kir ku zarokên gund eleqeyeke mezin nîşanî karikê didin û wiha got: "Em li malê li karikê dinêrin, di rojên xwe de jî tevî keriyê pez berdidin çolê."
Recep Îyîterê ku li gund heywan xwedî dike destnîşan kir ku cara ewil e rastî tişteke wiha têm.