Tirkiye

Ji Wezîr Akar bi rêya vîdeo konferansê civîn

Türkan Tosun  | 30.11.2020 - Rojanekırın : 30.11.2020
Ji Wezîr Akar bi rêya vîdeo konferansê civîn

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand piştî peymana li Qeredaxa Çiyayî hevdîtininên heyeta eskerî yên teknîkî yên di navbera Tirk-Ûrisan da dewam dikin û wiha axivî: "Xebatên bi Ûrisan ra wek ku hatiye plankirin dewam dikin."

Akar tevî Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêzên Behrê Oramîral Adnan Ozbal, Fermandarê Hêzên Esmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz û Alîkarên Wezîrê Yunus Emre Karaosmanoglu û Alpaslan Kavaklioglu ra bi rêya vîdeo konferansê civînek kir.

Wezîr Akar der barê hedîtininên heyeta eskerî yên teknîkî yên di navbera Tirk-Ûrisan da dewam dikin da axivî û wiha axivî: "Xebatên bi Ûrisan ra wek ku hatiye plankirin dewam dikin."

Akar anî ziman Artêşa Tirkiyeyê (TSK) rêzdar e û bila şika tu kesî ji vê rastiyê çênebe û wiha dewam kir: "Li hemberî kesên zimandirêjiya TSKyê dikin çi hewce bike em ê li gor çarçoveya hiqûqê bikin û em ê bişopînin."

Akar der barê geşedanên li Behra Spî da jî wiha axivî: "Ya ku rageşiyê zêde dike ne em in. Em dixwazin bi rêya diyalog û têkiliyên cînartiyê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Çi ji destê me tê em wî dikin. Cîranê me biinyat naxwaze hevdîtinan bike, li ber deriyên din çareseriyê digere. Şaş tevdigerin."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.